Werzê hilanîna berheman di Peyîz de destpê kir

Li bajarê Mûşê jî hilanîn û firotina silkan destpê kir.

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarên bakurê Kurdistanê digel hatina payîzê hilanîna gelek berheman jî destpêkir. Li bajarê Mûşê jî hilanîn û firotina silkê ya ku pêşekir tê bi dest xistindestpêkir.

Li navçeya Malazgîrtê ya Muşê welatî bi hilberîna silkê ya ku pê şekir tê bidest xistindebara xwe dikin. Cotkar ji bo ku berhemên xwe bifiroşin bi rojan li rêzê de dimînin. Cotkarên ku silkên xwe tînin, rêzeke nêzî 10 kîlometreyan dirêj çêdikin. Li gorî cotkaran di sala borî de Midûriyeta Çandiniyê li Malazgîrtê 54 hezar ton silk standibûn, lê dê îsal 68 hezar ton silk bên standin. Cotkar dibêjin Berhemê ku îsal hatiye bidestxistin li gorî sala borî gelekî baş e, lê ji wê qoteya ku midûriyeta çandiniyê ji bo wan diyar kiriyenerazî ne.

"Niha em bêjin Qoteya te ku pincarê te kêm be, ji vê qotayê te dibire. Dibêjin te qoteya xwe tijînekiriye pere ji qotayê dibire. Kû zêde jî pincara te hebe qoteyênte tunebin, ji sedî 75 digihîje dewletê, ji sedî 25 jêre dimîne."

Di hilberîna silkê de Tirkiye, Misir, Sûriye û Filîstîn serkêşiyê dike û hilberîna silkê ji van welatan belav bûye li cîhanê.Li Tirkiyê herî zêde li bajarê Mûşê hilberîna silke tê kirin.Midûriyeta Çandiniya Silkê ya Mûşê jî ji bo silkên baş bên hilanîn cotkaran hişyar dike.

Rêveberê Rêveberiya Çandiniyê yê Mûşê Vehap Gore  wiha got:"Pincarê me ji sedî 80'ê paqij tê. Ji sedî 20 jî pel tê. Dema ku pel tê pirsgirêk dibe. Dema ku pirsgirêk hebe jî tû xêra wê namîne. Em ji cotkaran re dibêjin bi pel neynin lê dîsa tînin. Qamyon dibe Mûşê dikeve hewzê. Demapel jî bikeve nav de tehma wê diçe, hemû tiştê wê xirab dibe. Xirabe jî qîmeta wê namîne."

Ew silken ku bi qamyonan tînin qada firotinê piştre jî dibin febriqeya şekir çêkirinê. Di berdêla silkan de pere tê dayîn û digel mûçe kusp û şekir didin cotkaran. Herwiha cotkar dibêjin ku silkê xwerû ji bo êşa gurçikan baş e û ava wê jî jo bo şerpençeyê gelekî bi feyde ye.