Desteya Dendirûstiyê rêjeya qurbaniyên Hesekê belav kir
Navê 95 birîndaran hatiye tomarkirin.
K24-Qamişlo
Hevseroka Desteya Tendirûstiyê di Rêveberiya Xweser de Ebîr Hesaf ragehand ku, heta niha hejmara şehîdên teqîna bajarê Hesekê giheştiye 34 kesan, herwiha navê 95 birîndaran jî hatine tomarkirin.
Di daxuyaniyeke taybet de bo K24ê Hevseroka Desteya Tendirûstiyê di Rêveberiya Xweser de Ebîr Hesaf ragehand ku, di encama teqîna ku, şevê din li bajarê Hesekê rûdayî 34 kes şehîd bûn û 95 kes jî birîndar hene.
Hesaf da zanîn ku, çar birîndarên ku, birîna wan giran bû hatin veguhestin bo Herêma Kurdistanê. Hesaf tekez kir ku, Desteya Tendirûstiyê dê alîkariya her birîndarekî pêwîstiya birîna wî bi niştegeriyekê li Herêma Kurdistanê hebe, bike.