Hezar û 500 rêveber û endamên DBP'ê hatin girtin

Ji ragihandina rêveberiyên xweser ve, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê nêzî Hezar û 500 rêveber û endamên DBP'ê hatin girtin. Li Rihayê 620, li Diyarbekirê 502, li Dêrsîmê 150,li Agirê 120, li Mêrdînê 150 siyasetmedar hatine girtin.

K24 – Diyarbekir

Ji ragihandina rêveberiyên xweser ve, li Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê nêzî Hezar û 500 rêveber û endamên DBP'ê hatin girtin. Li Rihayê 620, li Diyarbekirê 502, li Dêrsîmê 150,li Agirê 120, li Mêrdînê 150 siyasetmedar hatine girtin.

Endamê Desteya Rêveber a DBP'ê û Cîgirê Hevserokê DBP'ê Seydî Firat ji K24ê re ragihand ku, bi desteserkirin û girtina siyasetmedarantê xwestin ku saziyên Kurdan ên rêxistinkirî û vîna gel têk bibin. Firat, girtina siyasetmedaran wekî tevgereke dijhuqûqî dibîne û dibêje: "Ev hemû ji Enqereyê di Lijneya Ewlekariya Neteweyî de tên plankirin û bi awayekî stratejîk tê meşandin. Dibêjim em ê çawa parçe parçe li Kurdan bixin, em ê çawa bêhêz bikin."

Çavdêrên siyasî dibêjin, yek ji armanca girtina siyasetmedaran ew e ku, kadroyên xwedî ezmûna siyasî werin tesfiyekirin e. Nûnerê Diyarbekirê yê Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê Bariş Yavuz, dibêje divê siyasetmedar ji ber fikir û ramanên xwe neyên girtin û pêwîst e ku siyasetmedar li ser hemû mijaran bikaribin biaxivin.

Herwiha Yavuz ji K24ê re axivî û got jî: "Heger di salekê de ji partiyekê nêzî 2 Hezar û 500 kesan hûn bigirin, hûn nikarin vê yekê tenê bi tawanekê ve girê bidin. Desthilatdariya niha dibêje em li dijî girtina partiyan in û heger kesekî tawanekê bike, bila li ser wî kirarî bê kirin. Lê girtina vê hejmara zêde nîşan dide ku ev jî rêbazeke din a girtina partiyan e."

Rêyedarên DBP'ê amaje dikin ku, bi erkdarkirina qeyûman û girtina siyasetmedaran, rêyên demokratîk li ber me tên tengkirin. Lê rayedarên Dewleta Tirkiyeyê dibêjin, hin siyatmedar û şaredariyên DBP'ê piştgiriya PKK'ê dikin. Her ku diçe, aloziya di navbera rayedarên dewlet û DBP'ê de zêdetir dibe.