Piştî her teqînekê gazin li ser tevgera siyasî zêde dibin

Piştî her teqînekê ku li Rojavayê Kurdistanê rû dide, gazin li ser tevgera siyasî ji aliyê xelkê ve zêde dibin. Hin aliyên siyasî dibînin ku, divê her kes dûrî helwestên siyasî alîkariyê bi hêzên ewlehiyê re bike. Hin aliyên din jî dibînin ku, pêwîst e Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destê hevkariyê dirêjî her aliyên siyasî bike.

 

K24 – Qamişlo

Piştî her teqînekê ku li Rojavayê Kurdistanê rû dide, gazin li ser tevgera siyasî ji aliyê xelkê ve zêde dibin. Hin aliyên siyasî dibînin ku, divê her kes dûrî helwestên siyasî alîkariyê bi hêzên ewlehiyê re bike. Hin aliyên din dibînin ku, pêwîst e Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) destê hevkariyê dirêjî her aliyên siyasî bike.

Hin siyasetmedar ji aliyekî din ve didin zanîn ku piştî teqîna bajarê Qamişlo ku di 27ê Tîrmeha bûrî de rû da û teqîna bajarê Hesekê divê TEV-DEM wê rastiyê bizanibe ku, ti aliyekî siyasî bi tenê nikare Rojavayê Kurdistanê biparêze.

Herwiha amaje bi wê yekê dikin ku bi hebûna nakokiyên siyasî êrîşên hevawa dê berdewam bin, loma pêwîst e TEV-DEM'ê destê hevrêzî û yekrêziyê dirêjî hemû aliyên siyasî bike.

Welatî jî ji aliyê xwe ve ew in yên baceya van teqînan ji her kesî bêhtir didin û dibînin ku arîşeya ewlehiyê yek ji encamên nakokiyên siyasî ne.