Li Wanê polîsan 2 kes kuştin
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê di pevçûnekê de polîsên Tirk 2 kes kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bakurê Kurdistanê bajarê Wanê di pevçûnekê de polîsên Tirk 2 kes kuştin.
Li navçeya Armûşê ya bajarê Wanê, li Taxa Xaçortê polîsên Tirk operasyon pêk anîn û bi ser malekî de girtin.
Piştre jî di navbera wan û polîsan de pevçûnek dijwar derket. Di encamê de 2 kes hatin kuştin.
Li gor nûçeyên çapemeniya Tirkiyê kesên hatine kuştin, endamên PKKê ne. Lêbelê heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê bûyerê de daxuyaniyek nehatiye belav kirin.