Hevserokê DBPê sibe li Diyarbekirê tê dadgehkirin
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek piştî hatî girtin, cara yekem e ku dê li Diyarbekirê derkeve pêş dadger. Kamuran Yuksek di 10'ê Gulanê de hatibû binçavkirin û 13'ê Gulanê jî hatibû girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê DBP Kamûran Yuksek ku di girtîgeha Edenê de dihate girtin, dê 7'ê Cotmehê li Diyarbekirê derkeve dadgehê.
Kamûran Yuksek ji ber îdaya ku endamê rêxistina neyasayî ye hatibû girtin û Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê ji bo Yuksek heta 15 salan cezayê girtîgehê daxwaz dike.
Serdozger herwiha di derbarê Kamûran Yuksek de îda dike ku, wî xelk li dijî Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan vexwendî ye ku serî hildin.
Parêzer ê Kamuran Yuksek da zanîn ku wan heta niha 4 caran serî li dadgehê daye ku Kamuran Yuksek were berdan lê ti encamek neketî ye destê wan.