Rêveberê DBP ê Şaxê Şirnexê li Kerkûkê hat dîtin

Kulter got ger raya giştî derbarê windabûna wî de nerazîbûn nîşan nedabûya ew ê bihata kuştin.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Rêveberê Partiya Herêman a Demokratîk(DBP) ê Şaxa Şirnexê Hurşît Kulter diyar bû.

Kulter li herêma Kurdistanê parêzgeha Kerkûkê civîneka çapemeniyê pêk anî û got wî xwe piştî 13 rojan ji destê polîsan rizgar kiriye. Kulter da zanîn ku, dema ew di 27ê Gûlanê hate binçavkirin heta 13 rojan di jêrzemîna avahiyekê de maye û êşkence li wî hatiye kirin.

Da zanîn ku, Piştî 13 rojan wî defetek bidestxistiye û ji dest polîsan reviyaye. Heta 45 rojan xwe li nav taxên Şirnexê veşartiya û bi riya berxwederên bajêr ji Şirnexê derketiye.  Piştre jî bi riya hin kesan di nav 2 mehan de kariye xwe bigihîne herêma Kurdistanê.

Kulter got ger raya giştî derbarê windabûna wî de nerazîbûn nîşan nedabûya ew ê bihata kuştin.

Hurşît Kulter di 27ê Gûlenê pêvajoya şer û pevçûnên endamên YPSyê û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de hatibû binçavkirin û heta niha ti agahî ji wî nedihat standin.

Di medyayê de nerazîbûnek tûnd û berfireh li ser windabûna wî hatibû nîşan dan.