Hevserokê DBP Kamûran Yuksek azad bû

Şeş mehan girtî bû.

K24-Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek piştî şeş mehan ji girtinê hate azadkirin.

Kamûran Yuksek bi hiceta ku endamê rêxistina neyasayî ye hatibû girtin û Serdozgeriya  Komarî ya Diyarbekirê ji bo Yuksek heta 15 salan cezayê girtîgehê daxwaz dike.

Piştî şeş mehan Hevserokê DBP ji aliyê Serdozgeriya  Komarî ya Diyarbekirê serbest hate berdan, lê li gir DBP heta niha 2 hezar û 500 endamên wan girtî ne.