Sebahat Tûncel:Azadkirina Heserokê DBP giring e
Heta niha 2 hezar û 500 endamên DBPê li cem Tirkiyê di zindanan de ne.
K24-Navenda Nûçeyan
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Sebahat Tûncel ragehand ku, serbestberdana Heserokê DBPê Kamûran Yuksek giring e.
Îro Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamûran Yuksek ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Diyarbekirê hate azadkirin, derbarê serbestberdana wî Hevseroka DBP Sebahat Tûncel ji K24ê re ragehand ku, azadkirina Yuksek gelekî giringe.
Tûncel da zanîn ku, heta niha 2hezar û 500 endamên wan li cem Tirkiyê girtî ne, lewma pêvajoya bi aşkere dê berdewam be.
Yuksekdi 10ê Golana borî de di çarçoveya lêprsînekê de li bajarê Diyarbekirê navçeya Kayapinarê, dema ji avahiya Navenda Giştî ya DBPyê derdiket, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.