Jalya Sîrwan bû Şahciwana Kurdistanê
Temenê wê 20 sale.
K24-Navenda Nûçeyan
Ji hejmara 63 keçên Kurd ji her çar parçeyên Kurdistanê yên bo posta şahciwana Kurdistanê bo sala 2016 berbijêra bi navê Jalya Sîrwan ew post wergirt.
Şeva borî di marasîmekê taybet de şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin, di wê pêşbirkê de 63 keçan xwe biribjêr kiribûn, ji wan tenê 11 bo qonaxa dawiyê hatibûne dest nîşankirin, ew keçên qonaxa dawiyê mabûn evin:Niştiman Sabir, Şadî Mehdî, Van Mehdî Dûnya Hejar, Alî Azad Sergol Selam, Şîkal Sedîq, Sîma Şefîh, Nîda Ezîz, Jalya Sîrwan û Sara Eskender.
Di nav wan 11 keçên giheştî qonaxa dawiyê berbijêra bi navê Jalya Sîrwan ku, temenê wê 20 sale weke şahciwana Kurdistanê hate hilbijartin.