Kurdek dibe Parlementerê Georgiyayê

Kurdek bi navê Îsko Dasnî berbijêr li ser lîsta Partiya desthilatê yê bi navê (Xeyala Georgiyayê - Georgiyayê dêmokratî), bû endamê Parlementoya Georgiyayê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Kurdek bi navê Îsko Dasnî berbijêr li ser lîsta Partiya desthilatê yê bi navê (Xeyala Georgiyayê - Georgiyayê dêmokratî), bû endamê Parlementoya Georgiyayê.

8 Cotmehê li Georgiyayê de prosêsa Hilbijartina parlamêntoya Georgiyayê bi awayeke  aşitî birêva çû. Bi gorî lêpirsînên êxîtpolê di wê hilbijartinê de partîya Kartûlî Ocnêba "Xeyala Georgiyayê - Georgiyayê dêmokratîk" cardin biserket.

Partîya desthilat di encama lêkolîne de 54,8 selefên dengên hilbijarvana bi destxist, partîya opozîsyon "Tevgera nishtîmaniya yekgrtî" -19,6. Encamên yê pêşin Iro, roja yekşemê Komîsyona Hilbijartinê ya Navendî ya Georgiyayê wê eşkere bike.

Li gorî statîstîka resmî li Georgiyayê 12 hezar kurdên êzdî dijîn, le bi gorî cavkaniyên ne fermî zêdeyî 22 hezar kes in. Piştî hilweşîna Yekîtya Sovêtê destpêka salên 90î ji ber pirsgirekên aborî wake 50 hezar Kurdên Êzdî koçberî dewletên Ewropayê û Rûsyayê bûne.

Di hilbijartinên ya sala 2012an de Kurdek bi navê (Tamaz Avdalyan)yê remetî ji aliyê partiya destilat bû parlamentarê Georgiyayê, ku 2 sal berî wê ji ber nexweşya dilî temenê 50 saliya xwe de cû ser dilovaniya xwe. 

ji alyê partiya desthilat îcar jî Kurdekî Êzdî, hiqûqvanê navdar, Iskoyê Dasnî bû berbijêrê parlamentoyê ji aliyê partiya desthilat û bi gorî lêkolînên Exîtbolê bû perlemênterê Georgiyayê.