Li Qamişlo 2 endamên Hêza Sotoro birîndar bûn

Ew bûyer derengiya şevê rûda.

 

K24-Navenda Nûçeyan

Li bajarê Qamişlo bombeyeka destan "narincok" ji otombîleke nenaskirî ve hate avêtin li ser xaleke pişkinînê ya Hêzên Sotoro ên ser bi xirstyanan ve, di encam de 2 endamên Hêza Sotoro birîndarbûn.
derbarê wê bûyerê Hêza Sotoro daxuyaniyek belavkir tê de wiha hatibû gotin: Şeva borî set 2 û nîvê berbanga sibehê kesin nenaskirî di nava otombîlekê narincokek avêtên Hêza me, yên ku, li cadeya El-Wehde bicihdibin, di encam de 2 kes birîndarbûn.

Li gor daxuyaniyê ew her du endamên Hêza Sotor bi navê sotoro Tomas Akobyan û Hena Corc Selo bûn.

Bûyerên bi vî awayî gelek caran li bajarên Rojava rûdidin, di encam de kuştî û birîndan li pey xwe dihêle.