DAIŞ kuştina berpirsê xwe yê ragehandinê piştrast kir
Berî mehekê di operasyonekê de li bajarê Reqayê hatibû kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Rêxistina DAIŞê kuştina berpirsê xwe yê ragehandinê ku, berî niha Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de li bajarê Reqayê kiribû armanc piştrast kir.
Di daxuyaniyekê li ser tora Intirnêtê rêxistina DAIŞê kuştina "Wail Hesen Silêman El-Feyad" naskirî bi Ebo Mihmed El-Furqan yê ku weke, Emîrê Dîwana ragehandina Navendî binav dikir piştrastkie.
Di 7ê Îlona borî de Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehandibû ku, firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî di operasyonekê de li bajarê Reqayê wezîrê ragehandina DAIŞê hatiye kuştin.
Herwiha Berdevkê Pentagonê Pîter Kook tekez kiribû ku, operasyona wan Waîl Hesen Silêman El-Feyad naskirî bi "Dr.Waîl" kiribû armanc.Da zanîn ku, wî berpirsê DAIŞê serpirştiya çêkirina vîdyoyên pirobakindiya DAIŞê bû.