Ji bo Kurdan Yildirim rexne li Klîntonê girt
Piştî ku Hilary Klinton soz dabû ku di proseya hilbijartina Amerîka biser bikeve, dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê pirçek bike, Serokwezîrê Tirkiyê binalî Yildirim rexne li Klinton girt.
K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî ku Hilary Klinton soz dabû ku di proseya hilbijartina Amerîka biser bikeve, dê Kurdên Rojavayê Kurdistanê pirçek bike, Serokwezîrê Tirkiyê binalî Yildirim rexne li Klinton girt.
Yildirim, pêşniyara Berbijêra Demokratiyan Hilary Klinton bo pirçekirina Kurdên Rojava bi “Bê exlaqî” binav kir û got, nabe hevpeymanekî di NATO de gotinên wiha bike.
Di debata Yekşema borî de ya di navbera Klinton û berbijêrê Komariyan Donald Trump de, Klinton ragihand, dê pirsa pirçekirina şervanên Kurd lêkolîn bike, tevî nîgeraniya “Hin Navendan” wek amajeyekê bi Tirkiyê, bê ku nave wê bilêv bike.
Yildirim di civîna bi perlementerên AKPê re ragihand ku, heger çi çalakiyên teroristî li rojavayê çemê Feratê rû bidin, Tirkiye dê tedabîrên pêwîst bigire.
Di meha Tebaxa borî de artêşa Tirkiyê sînorê navdewletî yê Sûriyê derbas kir, bi mebesta dûrxistina DAIŞê ji sînorê xwe û bidawîanîna destkeftên Kurdan li rojavayê çemê Feratê.