Ji ber piştevaniya Kurd rexne li Klintonê tên girtin

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu li hemberî daxuyaniyên berbijêrê Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Hilary Klînton nerazîbûn nîşan da û got alîkariya çekan a ji bo PYDê piştgiriya terorê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Derva yê Tirkiyeyê Mewlût Çawûşoglu li hemberî daxuyaniyên berbijêrê Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê Hilary Klînton nerazîbûn nîşan da û got alîkariya çekan a ji bo PYDê piştgiriya terorê ye.

Çavûşoglu diyar kir ku, herger Amerîka çekan bide PYDê wê demê Amerîka dê bibe hevkarê terorê û piştgiriya wê bike.

Çavûşoglu herwiha da zanîn ku, heger PYD di operasyona rizgarkirina Reqayê de cih bigire, ew tevlî wê operasyonê nabin.

Klîntonê berî niha diyar kiribû ku, heger ew di proseya hilbijartinê de biser bikeve, ew ê Kurdên Rojavayê Kurdistanê çekdar bikin. Herwiha got jî, Kurdên  Sûriyê wekî Kurdên Iraqê hevkarên wan ên herî baş in.