HDPê Tirkiyê bi tawana jenosîda sîyasî tuhmet bar dike

Endamên HDPê yên ku beşdarî çalakiyê bune ji ber operasyonên leşkerî nerazîbûna xwe li dijî hikûmetê nîşandan.

K24-Stenbol

Li Tirkiyê di çarçoveya operasyonên derbarê PKK de, desteserkirina hin HDP'yî yan li Stenbolê bi çalakiyekê hat protesto kirin. HDP'yî yan hikûmeta Tirkiyê bi tawana jenosîda sîyasî ya li ser partiya wan tawanbar kirin.

Li Stenbolê, grûpek ji Partiya Demokratîk ya Gelan di çarçoveya operasyonên derbarê PKKê de, desteserkirina hin endamên partiyê bi rêya çalakiyekê protesto kirin. Grûpa ku bi pankart û sloganan li dijî hikûmetê çalakî li darxistî operasyonên li ser HDPê şermezar kir.

Serokê Şaxa HDP ya Stenbolê Dogan Erbaş wiha got:"Bi taybetî piştî Kudateya leşkerî zext û zorên li ser partiya me hê zêdetir bûn. Li gelek bajaran li ser partiya me operasyon hatin kirin û di van operasyonan de 180 hevalên me hatin desteserkirin. Ev operasyon, jenosîdeke siyasiye ku li ser partiya me tê kirin."

HDP'yî yên ku beşdarî çalakiyê bune ji ber operasyonên leşkerî nerazîbûna xwe li dijî hikûmetê nîşandan.

Endamê rêveberiya lijneya DBPê Nurullah Bîngûl ji K24ê re wiha axifî:"Ev zext û zorîya ji alîyê AKP ve tê kirin cûdahîyek wê heye, cûdahî çiye? Li rojava li başûr di temamê kurdistanê de gelê kurd piştî sed salan aliyê siyasî de, aliyê civakî de gelek tişt bi dest xistin."

Alîkarê serokê şaxa HDP ya Stenbolê Feremez Erkan ji aliyê xwe wiha got:"Di bingeha wan de tu zagon û huquq tune bu. Careke din dixwazin destpêbikin. Wê jî ji kesên dihatine binçavkirin tû encam nedihate wergirtin. Niha jî heman rêbaz danîye pêşîya xwe."

Kesên ku beşdarî çalakiyê bûne piştî daxwuyaniya çapemeniyê bê alozî belav bûn.

Fly Erbil Advertisment