Barzanî: Pêwîst e ji her aliyekî re jinavbirina terorê take ecinde be
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê ligel Balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Carnelos de ragihand, pêwîst e ji hemû aliyekî re, jinavbirina terorê take ecinde be.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî di hevdîtinekê ligel Balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Carnelos de ragihand, pêwîst e ji hemû aliyekî re, jinavbirina terorê take ecinde be.
Ji aliyê xwe ve Balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Carnelos tevî derbirîna nîgeraniya xwe derbarê qonaxa piştî DAIŞê, spasiya Herêma Kurdistanê bo asankirina bo hêzên Îtalî kir û destxweşiya Serokê herêmaKurdistanê kir, ku serkirdeyatiya şerê DAIŞê dike. Herwiha serdana şanda Herêma Kurdistanê bi serokatiya Bazanî bo Bexdayê, bilind nirxand.
Herwiha Balyozê Îtalyayê li Iraqê Marco Carnelos îro di hevdîtinekê digel Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî de ragihand ku, welatê wî kereste û alîkariyên leşkerî bi awayekî zêdetir dê bişîne Herêma Kurdistanê, ku di demên nêzîk de digihe destê hêza Pêşmerge.