Li Stenbolê Bingehê avahiya navenda Fînansê hat danîn

Tê çaverêkirin ku, ev proje di sala 2018 ê de bê temam kirin.

K24-Stenbol

Li mezintirîn bajarê Tirkiyeyê Stenbola ku  van salên dawiyê de gelek veberhênan mezin lê hatî kirin vê carê xwe ji bo veberhênaneka dî amade dike. Bi rêya vê  vêberhênana ku bihayê wê digihîje 2 milyar dolaran bingehê avahiya navenda Fînansê ya Stenbolê hat danîn.

Marmaray,Pira sêyem ya ku Ewropa û Asyayê digihîne hev,mezintirîn balefirgeh,tunela Avrasyayê.Li stenbolê li ser gelek vêberhênanên bidawî hatîn û yên berdewam dikin vêberhênanek dî ya mezin hat kirin.  Bingehê avahiya navenda Fînansê ya Stenbolê hat danîn. Bihayê vê projeyê jî digihîje 2 milyar dolaran. Ev projeya ku li ser 3 milyon metre çargoşeyê tê çêkirin dema ku temam bibe dê hemî saziyên fînansê yên Tirkiyeyê li xwe kom bike.

Di bingeh danîna vê projeyê de serokwezîrê Tirkiyeyê Bînalî yildirim got bi rêya vê avahîyê em dewlemendiya stenbolê mezintir dikin.

Serokwezîrê Tirkiye Bînali Yildirım wiha got:

'' Stenbol Tirkiyeyê,Stenbol kurte danasîna Tirkiyeyê. Me ji vî bajarî destbi avakirina pêşeroja xwe kiriye. Li vê komê binêrin her yekê ji bajarekê hatiye. Em li stenbolê hatîn nik hev û bûn bira. Di heman demê Stenbolê Rojhilata navîn e,Balkane û Afrîkaye jî.Stenbol bajarekê şaristaniyên rojavayî û rojhilatî gihiştîne hev e.''

Cihgirê serokwezîrê Tirkiyê Nurettîn Canîklî got ku, piştî temambûna vê projeyê ji dinyayê gelek vêberhênan dê bên stenbolê.

Cihgirê serokwezîrê Tirkiyê Nurettin Canikli wiha dibêje:

'' Veberhênana navneteweyî li navendên nû û pê bawer digere. Ewder jî Tirkiye û Stenbol e. Tirkiye navenda balkêşiyê ye. Her sal ji Rojhilata navîn,Balkanan ji başûrê Afrîkayê û rojhilatê Ewropayê bi dehan milyar dolar veberhênan tên.''

Bi temambûna vê projeyê ev der dê bibe  navenda herî mezin ya fînansê ya Tirkiyeyê û  dê her roj bi 50 hezar karmend,25 hezar geştyar û 11 hezar runiştvanan dê 90 hezar mirovan li xwe kom bike. Tê pilan kirin ev proje di sala 2018 ê de bê temam kirin.