Firokeyên Iraqê nameyên hişyariyê bi ser Mûsilê de dibarîne

Bi nêzîkbûna Operasyona Mûsilê, hêzên asmanî yên Iraqê bi hezaran nameyên haydariyê li asmanê Mûsilê avêtin xwarê û tê de daxwaz ji niştecihên wî bajêrî kirin, xwe biparêzin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Bi nêzîkbûna Operasyona Mûsilê, hêzên asmanî yên Iraqê bi hezaran nameyên haydariyê li asmanê Mûsilê avêtin xwarê û tê de daxwaz ji niştecihên wî bajêrî kirin, xwe biparêzin.

Name ji çar rûpelan pêk hatibû, tê de bi hûrî hatiye zelalkirin û daxwaz ji xelkî kiriye, xwe li cîhên qerebalix û wan cîhên ku DAIŞ lê ne, dûr bigirin û li malên xwe bimînin û derî û pencereyên xwe jî dabixin. Herweha hejmarek telefonê jî tê de hatiye nivîsandin, ji bo wan welatiyên ku agahiyan li dor DAIŞê bidin hêzên ewleyiyê.

Hevdem DAIŞê li nav Mûsilê daxwaz ji çekdarên xwe yên birîndar kiriye, ji wî bajêrî derkevin û xwe bigihînin bajarê Reqaya Suriyê.

Li derdora Mûsilê jî agir pê daye û petrola reş berdaye û dûyê reş asmanê wî bajêrî girtiye.

DAIŞê ji beşek ji zîndaniyan ku bi sedema cigarekêşanê yan jî lixwekirina kincên cuda desteser kiribûn, azad kirine û wan neçar dikin ku çek hilgirin û bi DAIŞ re şer bikin.