Ebadî bo Erdogan:Gelo te mafê siyasî û leşkerî yên Kurdên Tirkiyê dane?
Di civîna ligel balyozên welatên Ereb û Ewropayê de gotibû.
.jpg)
K24-Navenda Nûçeyan
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bersiva Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan dide û wiha dibêje:"Gelo we mafên siyasî û leşkerî yên Kurdên Tirkiyê dane."
Derbarê destewerdana Tirkiyê di karûbarên Iraqê de Serokwezîrê Iraqê bersiva Serokomarê Tirkiyê Receb Tayb Erdogan di civîna xwe ya ligel Balyonzên Ereb û Ewropîyan li Bexdayê wiha got:" Eger Tirkiyê rêzgirtina cîrantiyê negre wê demê rêzgirtinê ji miletê xwe re jî nagre."
Ebadî di gotara xwe de dipirse û wiha dibeje:"Gelo we mafên siyasî û leşkerî yên Kurdên Tirkiyê dane."
Aşkerekir ku, Tirkiyê daku, şekestinên xwe yên navxweyî veşêre şerê welatên derdora xwe dike.
Herwiha Ebadî da zanîn ku, ew şanaziyê bi pêkhatiyên xwe dike û danpêdanê bi wan dike, lê Tirkiyê ti mafên siyasî,rewşenbîrî û leşkerî ne dane pêhatiyên xwe û danpêdan bi pêkhatiyên xwe nake.