“Serbazekî Win” yê Kurdistanê şehîd bû
Qehremaniya hêza Pêşmerge berdewam e bo parastina xaka Kurdistanê û rizgarkirina navçeyên Kurdistanî, bo vê erkê jî hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd dibin. Yek ji wan şehîdan jî ku bernameya “Serbazê Win” ya K24ê de serdana wî kiribû .
K24 – Navenda Nûçeyan
Qehremaniya hêza Pêşmerge berdewam e bo parastina xaka Kurdistanê û rizgarkirina navçeyên Kurdistanî, bo vê erkê jî hejmarek ji Pêşmergeyan şehîd dibin. Yek ji wan şehîdan jî ku bernameya “Serbazê Win” ya K24ê de serdana wî kiribû .
Piştî rizgarkirina navçeyên Kurdistanî, tîmên endizyariya leşkerî yên ser bi Pêşmergeyên Zêrevanî bombeyên çandî yên DAIŞê pûç dikin. Di vê çarçovê de û bo cibicîkirina erkê niştimanî yê pîroz û rizgarkirina canên Pêşmerge û pakirina navçeyên rizgarkirî ji bombe û mayînên DAIŞê, Moqedem Serbest Golanî di dema pûçkirina bombeyekê de şehîd bû.
Moqedem Serbest Golanî, berî demekê bernameya “Serbazê Win” ya K24ê serdana wî kiribû û rol û kargîriya wî Pêşmergeyî Kurdistanê di parastina canê xelk û Pêşmergeyan ji aliyê pakirina xaka Kurdistanê ji bombe û teqemeniyên teroristan, pêşandibû.
K24 ji destpêka damezrandina xwe ve, bû navendeke girîng bo tomarkirina serweriyên Pêşmergeyên Kurdistanê û di vê çarçovê de di riya bername û romalkirina serkeftinên Pêşmerge, arşîveke dewlemend ya taybet bi Pêşmerge tomar kiriye, ku bernameya “Serbazê Win” bi beşdariya Moqedem Serbest Golanî nimûneyekî wê pirsê ye.

Her di vê derbarê de, duh êvarê li eniya Xazir di encama teqîna bombeyeke çandî bi karwaneke Pêşmergeyên Lîwaya 16 de, her yek ji Moqedem Macid, Raid Jîno şehîd bûn, herwiha Moqedem Yawir jî birîndar bû.

Duh bi serpereştiya rasterast ya Fermandarê Giştî yê Hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî zêdetir 200 k.m çargoşe ji navçeyên Kurdistanî yên derveyî sînorê Herêma Kurdistanê rizgar bû û ew operesyon bi serkeftî bidawî bû. Herwiha hêza Pêşmerge li eniyên şer çaverêyî fermana Fermandariya Giştî dimînin, bo pêşketinên zêdetir.