Asayişa Kerkûkê çaverêyî gihêştina hêzeke zêdetir in

Berpirsê Operesyonên Asayişa Kerkûkê Îdrîs yê PDKê Rifat ragihand, li gelek cihan çekdarên DAIŞê teqe li baregehên asayişê dikin û çaverêyî gihêştina hêzeke zêdetir dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Operesyonên Asayişa Kerkûkê Îdrîs yê PDKê Rifat ragihand, li gelek cihan çekdarên DAIŞê teqe li baregehên asayişê dikin û çaverêyî gihêştina hêzeke zêdetir dikin.

Rifat ji K24ê re ragihand, îro berbangê hejmarek ji çekdarên DAIŞê bi awayekî plankirî êrîşî baregehên asayişê yên Kerkûkê dikin.

Rifat amaje kir, diyar e ew çekdar ji derveyî Kerkûkê hatine û bi çekê sivik û mamnavend êrîşî asayişê dikin û armanca wan ew e ku dest danin ser navenda asayişê.

Got jî: “Em di bergîriyê de berdewam in û çaveryî gihêştina hêzeke piştevaniyê dikin, da ku êrîşa çekdarên DAIŞê bi temamî jinav bibin.”

Rifat aşkere kir, çekdaran bi hûrî plana wê êrîşê danane û ew cihê ku dest danane ser, piraniya wan malên welatiyan e û li 6 cihên din teqe li baregehên asayişê dikin.