Şerekî dijwar li Domîza Kerkûkê ye

Yek ji karmendên asayişa Kerkûkê ku niha li binkeya asayişa Domîz di şerê li dijî DAIŞê de ye ji K24ê re ragihand, hejmarek ji çekdarên DAIŞê li vê navçeyê kom bûne û hejmarek nîşanvan li ser avahiyan û teqe li binkeya asayişê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ew karmendê asayişa Kerkûkê got jî: “Çekdarên DAIŞê teqe li xelkê sivîl û otombîlên welatiyan dikin û hewl didin ku biçin nava mizgeft û dibistanan. Herwiha daxwaz ji xelkê dikin ku pêwendiyê bi wan re bikin.”