Penaber ji Mûsilê digihên Rojavayê Kurdistanê

Penaberên Mûsilê yên ji ber zordariya DAIŞê û şerê operesyona rzgarkirina Mûsilê koçber bûne, li kampa Holê ya taybet bi penaberên Iraqê koça xwe datînin. Hejmar gihiştiye nêzî 6 hezar penaberî. Penaberê ku nû digIhin kampa Holê didin zanîn ku, ew di riya koçberiyê de rastî gelek îşkence û ziyanan hatine. Herwiha dixwazin ku hikûmeta Iraqê wan derbasî parêzgehên ewle bikin.

K24 – Heseke

Bi hezaran penaberên Iraqî yên ku ji ber şerê Mûsilê direvin, niha li ser sînorê Sûriyê ne, ku dixwazin derbasî kampa Holê li başûrê Hesekê bibin. Herwiha gelek ji van penaberan li parêzgeha Dêrazorê ne, rewşa van penaberan pir aloz e û hewcedarî pêdiviyên jiyanê ne.