Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê çavên DAIŞê li Kerkûkê aşkere dike
Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de hûrgiliyên operesyona li dijî êrîşa Kerkûkê belav kir û ew êrîşker jî aşkere kirin, ku ew çavên çekdarên DAIŞê li nava Kerkûk bûn. Li gor daxuyaniyê, îro hêzên ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve 5 çekdarên DAIŞê li nava Kerkûkê girtin, ku ew çavên çekdarên DAIŞê li nava Kerkûk bûn. Di encama operesyonê de jî ew her 5 hatin kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyanê de hat, “Di berdewamiya operesyonên Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, bo aşkerekirin û destserkirina encamder û hevkarên êrîşa teroristî ya roja înê li Kerkûkê de, îro berbangê di operesyoneke taybet ya Rêveberiya Giştî ya Dije Terorê ya ser Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ve de û bi hevkariya Rêveberiya Asayişa Kerkûkê, karîn 5 teroristan li nava Kerkûkê desteser bikin.”
Daxuyniyê navên wan aşkere kirin, “Wîsam Mehmûd Mihemed Selîm (Ebû Wedah), Merwan Fêsel Mihemed Selîm, Emar Fêsel Mihemed Selîm, Reid Fêsel Mihemed Selîm û Ebid Fêsel Mihemed Selîm hevkariya çakdarên DAIŞê yên êrîşker bûn.”
Herwiha di daxuyaniyê de hat, “Di encama lêkolîn û zanyariyên hewalgîrî de, derket ku birayekî teroristê girtî Selam Mehmûd Mihemed Selîm El-Beyatî (Ebû Qedame) yek ji berpirsên leşkerî yên gûrpa DAIŞê li Hiwîce û berpirsê çekdarên êrîşker bû.”
“Ji ber ku navborî berê li Kerkûkê jiya bû, bûbû rêberê çekdarên terrorist di dema hatina wan ji nava bajêr re. di heman demê de jî erkê girtina avahiya Parêzgariya Kerkûkê bi wî hatibû spartin.”
“Piştî têkşikandina êrîşê ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê ve, navborî xwe li nêzîkî Çemê Xase veşartibû. Li gor zanyariyên hewalgîriyê cihê wî hat destnîşankirin û di operesyoneke Rêveberiya Asayişa Kerkûkê ve îro Ebû Qedame hat dorpêçkirin û di rûbirûbûnê de hate kuştin.”
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)
.jpg)