Asayişa Kerkûkê 5 çekdarên DAIŞê kuştin
Hêzên asayişê li gundê Yarimce ya ser bi Kerkûkê ve 5 çekdarên DAIŞê kuştin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên asayişê li gundê Yarimce ya ser bi Kerkûkê ve 5 çekdarên DAIŞê kuştin.
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Hêmin Delo ragihand, asayişa Kerkûkê îro danê sibê 5 çekdarên DAIŞê ku di nava baxçeya cotkarekî de veşartibûn, kuştin.
Ew çekdar beşek ji wan çekdarên ku roja 21 Cotmehê êrîşî Kerkûkê kiribûn û çend tax û dezgeh bajêr kontrol kiribûn û teqe li welatiyên û hêzên ewlehiyê yên Kerkûk kiribûn, bûn, ku di encamê de 100 kes şehîd bûn û nêzîkî 230 kesî jî birîndar bûbûn.
Hêzên asayişê derbarê çawaniya kuştina wan 5 çekdarên DAIŞê de ji K24ê re ragihand, welatiyekî hêzên asayişê agahdar kir ku çend çekdarên DAIŞê hatine navçeyê û hêzên asayişê di operesyonekê de ew her 5 çekdar kuştin.