Endamê Desteya Rêveber a YNKS hate revandin
Li pêşiya çavê zarokên wî hate revandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn ji aliyê çend kesên nenaskirî ve hate revandin.
Li gor jina wî ragehandî berî çend kesên nenaskirî rû pêçayî Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn li pêşiya firna nan li bajarê Dêrikê girtin û ber bi ciheke ne diyar ve birin.
Berî demekê Endamê Desteya Rêvebre ya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê û Rêveberê Peymangeha Bedirxan a zimanê Kurdî Mihmed Emîn Sadûn ligel şandekê ji Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê serdana Herêma Kurdistanê kiribûn û ligel Serokê Herêmê Mesûd Barzanî civiya bûn.