Li Bakurê pêşangeha "Rûyê Îdirê" hat vekirin
Pêşangeha wêneyên Rûyê Îdirê wê heta çendeke din jî li bajêr wê berdewam bike.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Îdira bakurê Kurdistanê ji aliyê hunermendê wêneyan ve pêşangeheke wêneyan ya bi navê "Rûyê Îdirê" hate sazkirin. Pêşangeh ji aliyê welatiyan ve bi eleqeye mezin hate şopandin.
Li bajarê Îdirê pêşangeheke wêneyan ya derbarê, jiyana zarok, jin û civakê de hate sazkirin. Wêneyên ku di pêşangehê de hatin pêşkêşkirin ji aliyê hunermendên wêneyan Mehmet Ozcan û Bulent Mavzer ve hatine kişandin. Di heman demê de Komeleya Wêne, Çand û Xwezayê ya ku ji aliyê herdû hunermendan ve li Îdirê hatiye damezrandin jî wê ji vir û pê de xebatên di vê çarçoveyê raberî welatiyan bike. Hunermendên wêneyan diyar kirin ku wan jî yekem car pêşangeha xwe bi rêya vê komeleyê pêşkeşî gel kiriye. Pêşangeh li bajarê Îdirê ku pir nasnameye ji aliyê gelek der û dorên ji hev cihê ve bi baldarî tê şopandin.
Mehmet Ozcanê hunermendê wêneyan diyar kir ku bi taybetî ew aliyê zarokan yê ku ji aliyê tu kesî ve nayê zanîn xwestiye ku bi herkesî bide nasîn.
Hunermendê Wêneyan Mehmet Ozcan – wiha got:
"Pêşangeha me ya sêyemîn e. 3 hevalan me tevde çêkir. Têma sereke rûyê mirovan e. Heta niha li ser navê profesyoneliyê li vî bajarî tiştek nehatiye kirin.Em ê tiştê ku ji destê me hat bikin. Em wek şex, em ê ji bo parastin Û jiyandina nirxên xwe her tiştî bikşînin û tomar bikin."
Bulent Mavzerê Serokê Komeleya Wêne, Çand û Xwezayê jî diyar kir ku ew dixwazin bi navbeykariya vê komeleyê her xebatên xwe yên wênekêşiyê û çand û xwezaya vî gelî û herêmê raberî raya giştî bikin.
Hunermendê Wêneyan Bülent Mavzer wiha axifî:
"Wek mînak yek ji van dîmenên wêneyan birîna pez dide nîşan. Wî kesê ku pez dibirî gotibû ew 30 sal in ku vî karî dike. Em dixwazin her refleksa ku bi şêweyekî cûda çanda me dide nîşan tomar bikin. Em ê rê nedin wê yekê ku hemû xweşikahiyên vî bajarî ber bi tunebûnê ve biçin."
Pêşangeha wêneyên Rûyê Îdirê wê heta çendeke din jî li bajêr bê pêşkêşkirin. Mehmet Ozcan û Bulent Mazeverê hunermendê wêneyan ji ber baldariya welatiyan û bi taybetî jî brokratan ya bo pêşangeha ku li Navenda Çandê ya îdirê hatiye pêşkêşkirin bo Kurdistan 24ê kêfxweşiya xwe anîn ziman.