Li Efrînê ji tisra Artêşa Tirkiyê berhemên Zeytûnan nayên komkirin

Welatî dema diçin nav darên xwe rastî guleyên Tirkiyê dibin.

K24-Navenda Nûçeyan

Cotkarên kurd ên bajarê Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ji tirsa êrişên Artêşa Tirkiyê nikarin derbasî nav dar û zeviyên xwe bibin û berhemên xwe yên Zeytûnan kom bikin.

Ev demek e Artêşa Tirkiyê sînorê di navbera Bakûr û Rojava de tijî hêz û leşker kiriye. Heta niha gelek caran xelkê wan deveran rastî êrişa leşkerî Tirkiyê hatine û herwiha ziyanek mezin gihîştiye zevî û darên gundiyên ser sînor.

Xelkê gundê Hemamê ku, Ser bi devera Cindirêsê ye dibêjin ku, niha dema zeytûnan e û ew dixwazin zeytûnên xwe kom bikin lê dema diçin serbazên Tirkiyê guleyan berdide wan, ji ber wê jî ew nikarin biçin nav dar û zeviyên xwe.