YNKS girtina Mihemed Emîn Sadûn şermezar dike
Duh, Endamê Desteya Rêveber ya YNKS Mihmed Emîn Sadûn li bajarê Dêrikê hatibû revandin.
K24-Navenda Nûçeyan
Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê revandina Endamên xwe Mihmed Emîn Sadûn ji aliyê Asayîşa Dêrikê ve şermezar dike.
Derbarê vê yekê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistan Sûriyê(YNKS) daxuyaniyek belav kir, tê de ragehand ku, Endamê Desteya Rêveber ê wê Yekîtiyê Mihemed Emîn Sadûn roja 28ê vê mehê ji aliyê Asayîşa bajarê Dêrikê ve hatiye revandin.
Di daxuyaniyê de YNKS daxwaz dike ku, endamê wê bi zûtirîn dem were berdan. Herwiha da zanîn ku, kiryarên bi vî awayî nakeve berjewendiya gelê Kurd û doza Kurdan.
Herwiha tekez kir ku, YNKS rêxistineke serbixwe ye û di warê çand û zimanê Kurdî de kar dike û naxwaze nakokiyên siyasî jî bandora xwe li rewşa nivîskaran û rewşenbîran bike.
Duh, Endamê Desteya Rêveber ya YNKS Mihmed Emîn Sadûn li bajarê Dêrikê ji aliytê asayişa Dêrikê ve hatibû revandin.