Mûsil.. Hêzên Iraqî avahiya televizyona hikûmetê kontrol kirin

Di berdewamiya pêşveçûnên hêzên Iraqê, di roja 16emîn ya destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê de, karîn baregeha televizyona hikûmetê kontrol bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di berdewamiya pêşveçûnên hêzên Iraqê, di roja 16emîn ya destpêkirina operesyona rizgarkirina Mûsilê de, karîn baregeha televizyona hikûmetê kontrol bikin.

Îro berbangê, di berdewamiya operesyonê de, hêzeke taybet ya artêşa Iraqê ji aliyê rojhilatê Mûsilê ve bi pêş ve çûn û karîn baregeha sereke ya televizyona hikûmetê li taxa Kerame ya Mûsilê kontrol bikin.