Sererkanê Tirkiyê serdana Rusyayê kir
Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar serdana Rusyayê kir û dê bi berpirsîn wê yên leşkerî re bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar serdana Rusyayê kir û dê bi berpirsîn wê yên leşkerî re bicive.
Li gor ragihandina Sererkaniya Tirkiyeyê Hulusî Akar li ser vexwendina Sererkanê Rusyayê Valery Gerasîmov serdana wî welatî kiriye.
Di çarçoveya serdana xwe de Akar dê digel Gerasîmovî bicive û hevkariya leşkerî û mijarên li Rojhilata Navîn gotûbêj bike.
Hulusî Akar berî 2 hefteyan jî serdana Amerîkayê kiribû.