Polîsan endam û parlementerên HDP ji şaredariyê derkirin
Piştî girtina hevserokên şaredariya Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli, duh qeyûm hatibû tayînkirin.
K24-Navenda Nûçeyan
Li Diyarbekirê piştî tayînkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Bajarê Mezin,endamên meclisa şaredariyê digel parlementerên HDP'ê Ziya Pîr û Feleknas Ûca dest bi nobetê kiribûn. Li Ser vê yekê vê sibehê endamên meclisê ûparlementer ji aliyê polîsan ve ji şaredariyê hatin derxistin.
Piştî girtina hevserokên şaredariya Diyarbekirê Gultan Kişanak û Firat Anli, duh qeyûm hatibû tayînkirin û ji bo bertekên nerazîbûnê werin nîşandan.
Endamên meclisa Şaredariya Bajarê Mezin û 2 parlementerên PartiyaDemokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr Û Feleknas Ûca di nav avahiya şaredariyê
de dest bi nobetê kir. Qeyûmê ku vê sibehê dest bi
peywirê kir, kesên ku nobetê digirtin, ji avahiya şaredariyê da derxistin.
Li Diyarbekirê aloziya ji ber tayînkirina qeyûm dewam dike.