Ji asman ve navçeyên Mûsilê yên rizgarkirî bibine
Di roja 18emîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Iraqî û Firqeya Altonî gihêştin taxa Întîsar ya bajarê Mûsilê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di roja 18emîn ya operesyona rizgarkirina Mûsilê, hêzên Iraqî û Firqeya Altonî gihêştin taxa Întîsar ya bajarê Mûsilê.
Operesyon roja 17 Cotmehê bi yekem êrîşa hêza Pêşmerge li rojhilatê Mûsilê dest pê kir û hêza Pêşmergeyên Kurdistanê di roja yekem ya operesyonê de karî 9 gundan rizgar bike.
Mûsil navenda Parêzgeha Neynewa ye û ji aliyê niştecihên wê ve jî duyem mezintirîn parêzgehên Iraqê ye. Roja 10 Hizêrana 2014an kete destê çekdarên DAIŞê, piştî ku artêşa Iraqê ti rûbirûbûn û bergîriyek li hemberê DAIŞê nekir.