Li Mûsilê 6 taxên din rizgar bûn

Ew tax dikevin rojhelatê bajarê Mûsilê.

K24-Navenda Nûçeyan

Şana ragehndinê di Operasyona rizgarkirina Mûsilê de ragehand ku, Hêzên dijteror taxa Melayn, Semah, Kerkokli, Qudie û Kerame li aliyê rohjelata wî bajarî kontirolkirin.

Derbarê vê yekê fermandeyê Operasyona Mûsilê ferîq rûkin Ebdulemîr Reşîd Yarela daxuyaniyek belavkir, tê de rizgarkirina her 6 taxên bajarê Mûsilê ragehand.

Da zanîn ku, Hêzên dijteror alaya Iraqê li ser avahiyên wan taxan bilind kirin, herwiha berî wan taxan kontirolbikin gelek zirar bi çekdarên DAIşê anîn.