Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Tê de dilgiryaniya xwe derbarê girtina perlementerên HDPê nîşan da.

K24-Navenda Nûçeyan

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê girtina Hevsrokên HDPê û perlementerên wê daxuyaniyek belav kir, tê de dilgiraniya xwe derbarê girtina wan nîşan da.

Ev jî deqa daxuyaniyê ye:

Biryara girtina her du Hevserokên Partiya Demokratîka Gelan(HDP) ji aliyê Hikumeta Tirkiyê ve cihê dilgiraniya me ye, metirsiya wê yekê heye ku, kiryarên bi vî awayî bibin sedema alozbûna rewşê û kûrtirbûna pirsgirêkan.

Em hêvîdar in bi lez ev pirs bê çareserkirin û dawî bi girtin û desterkirina hevserok û endamên partiya HDP bê kirin û girtiyên siyasî bên azadkirin, ji ber ku, ew kiryar di xizmeta aramî û bihevre jiyana siyasî û civakî de nîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê

4.11.2016