TAKê teqîna Diyarbekirê li xwe girt
Di daxuyaniyekê de Bazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirseyatiya derbarê teqîna Diyarbekirê ya roja 4 vê mehê de ragihand.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di daxuyaniyekê de Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê (TAK) berpirseyatiya derbarê teqîna Diyarbekirê ya roja 4 vê mehê de ragihand.
Teyrênbazên Azadiya Kurdistanê ragihand ku, teqîn bi riya otombîleke bombebarkirî encam daye û li dijî helwest û kiryarên dazgeha leşkerî û ewlehiyê yên Tirkiyê kiriye.
Ev ragihandina TAK û lixwegirtina berpirseyatiya teqîna Diyarbekirê di demekê de tê, ku berî wê DAIŞê ew teqîn li xwe girtibû.
Roja 4 Mijdarê teqîneke mezin li Diyarbekirê rû da, di encamê de jî nêzîkî 10 kesan canê xwe jidest dan û zêdetirî 100 kesên din jî birîndar bûn.