Tuncel jî hate girtin

Hevseroka Partiya Demokrat a Herêman (BDP) Sebahat Tuncel bi biryara Dadgeha Sizayî a Sulhê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevseroka Partiya Demokrat a Herêman (BDP) Sebahat Tuncel bi biryara Dadgeha Sizayî a Sulhê hate girtin.

Tuncel roja desteserkirina Hevserok û parlementerên HDPê, li pêş Dadgeha Diyarbekrê beşdarî çalakiyên protestoyî bûbû. Di encama tundrewiya di navbeyna Hêzên Ewlehiya Tirkiyeyê û piştgîrên çalakiyên protestoyê de li gel 10 kesên din hatibû desteserkirin.

Îro jî Dadgeha Sizayî a Sulhê biryara girtina Hevseroka DBPê Sebahat Tuncel da.