Serkirdeyê DAIŞê Ebo Hemza El-Ensarî hat kuştin
Duh, jî serkirdeyek bi navê Mûhened Ibrahîm hate kuştin.
K24-Navenda Nûçeyan
Fermandeyê operasyona Neynewa Necim Cibûrî ragehand ku, di êrîşeka Hevpeymaniya Navdewletî de li Mûsilê serkirdeyê DAIŞê Ebo Hemza El-Ensarî hate kuştin.
Derbarê vê yekê Fermandeyê operasyona Neynewa Necim Cibûrî ragehand ku, di çarçoveya kontirolkirina Mûsilê de Hevpeymaniya Navdewletî di êrîşekê de serkirdeyê DAIŞê bi navê Ebo Hemza El-Ensarî bi regez Cezairî hate kuştin.
Duh, jî li gor ragehandina şer a Artêşa Iraqê serkirdeyê DAIŞê Mûhened Ibrahîm Eklat ku, bi navê Ebo Aîşe El- Bîlawî naskiriye di êrîşekê de hate kuştin.