18emîn kongreya Komeleya Mafê Mirovan hat lidarxistin

Di encama hilbijartinê de Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn wek Hevserokên Komeleya Mafên Mirovan hatin hilbijartin

K24-Navenda Nûçeyan

Komeleya Mafê Mirovan ÎHD li Tirkiyê yekem komeleya ku piştî darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980an de bi armanca ku mafê mirovan biparêze û pêşî li binpêkirina mafê mirovan bigre serbixwe hatiye avakirin, 18emîn kongereya xwe ya asayî lidarxist.

Kongereya, bi dirûşmeya "aştî a niha" ku du rojan berdewam kir, di salona Konferansê ya Komeleya Hacî Bektaşî Velî de pêk hat. Hemû şaxên ÎHDê yên li seranserê Tirtkiyê, nûnerên partiyên siyasî, dam û dezgeyên civakî û bi sedan welatî beşdarî di kongereyê de kirin. Di destpêka kongereyê de Serokê ÎHDê Ozturk Turkdogan axaftinek kir. Turkdogan, girtina hevserok û parlementerên HDPê, biryarnamayên ku di çarçoveya Rewşa Awarte de hatine ragihandin bi awayekî tund rexne kir. Turkdogan diyar kir ku ji ber şerê li bajarên bakurê Kurdistanê 500 hezar kesî cih û warê xwe terikandiye, 67 hezar avahî jî hatine hilweşandin û digel wan kêşeyan viyana gel tûne tê hesibandin, ew yek jî binpêkirina herî mezin ya mafê mirovan e.

Serokê Komeleya Mafên Mirovan Ozturk Turkdogan wiha got:"Komeleya me 30 sal berî niha piştî darbeyeke leşkerî hatibû avakirin. 30 sal di ser de derbas bûn niha jî em li hemberî kiryarên darbeyekê rûbirû ne. çi sal û çi wext evqas mafê mirovan nehatibûn binpêkirin. Ev yek jî dide diyarkirin ku hewceye em xwe hêj birêxistin bikin. Ev sîh sal e siyaseta demokratîk jî tê înkarkirin."

Di kongreyê de beşdaran rave kir ku Tirkiyê di qada mafê mirovan de hemû peymanên navneteweyî binpê kiriye û hewceye dadgehên nevneteweyî de bê darizandin. Bi bîr û boçûna Hevserokê KESKê Lamî Ozgen jî dewletê çiqas zext û zordariya xwe zêde kiribe hêzên aştîxwaz evqas bêdeng mane û dibêje ku hewceye pêşî xwe rexne bikin û di her qadên jiyanê de çalakiyên xwe, deng û hêza xwe bilindtir bikin.

Hevserokê KESKê Lamî Ozgen wiha axifî:"Tê dîtin ku dê hewcehiya me bi Komeleya Mafê Mirovan hêj demekî dirêj hebe. Kesê ku dibêje ez mafperestim û mafê mirovan diparêzim bila bizanibe ku ew operasyona li dijî HDPê li dijî hemû saziyên mafê mirovan, hemû gelan û bindestan hatiye kirin."

Di Kongereya Komeleyê ya ku herî zêde mijara girtina parlementer û rojnamegeran hate axaftin de rêziknameya komeleyê hate guhertin û biryar hate dayîn ku komele bi pergala hevserokatiyê bê birêvebirin. Piştî van biryaran hilbijartina hevserokan destpêkir. Di encama hilbijartinê de Ozturk Turkdogan û Eren Keskîn wek Hevserokên Komeleya Mafên Mirovan hatin hilbijartin.