Fermandariya Giştî zanyariyên fermî derbarê Başîkê de belav dike

Di daxuyaniyeke fermî de, Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê ragihand, ji sê eniyan ve hêza Pêşmerge bi serkeftin operesyona rizgarkirina Başîkê encam daye û Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê piştevaniya asmanî ji operesyonê re kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê hat: “Di demjimêr 06:00 ya roja 7 Mijdarê de, hêza Pêşmerge ji sê eniyan ve êrîşeke berfereh dest pê kir, bo paqijkirina teroristên DAIŞê ji bajarokê Başîkê, ev jî piştî proseya serkeftî yên berî hat, ku berî sê hefteyan li navçeyên derdorê encam daye.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat, “Heta demjimêr 17:00 ya heman rojê, hêzên Pêşmerge karîn li her sê eniyan biçine nava bajarokê Başîkê û dest bi pakirina mal bi mal ji teroristan bikin.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di operesyonê de hêzên Hevpeymaniya Navdewletî 14 êrîşên asmanî encam dan û otombîleke bombebarkirî teqandin.”

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêza Çekdarên Herêma Kurdistanê amaje bi wê yekê kir ku, “Medyayên navxweyî, herêmî û navdewletî ligel hêza Pêşmerge ev operesyon romal kirin.