Îran: Hilbijartina Trump bandorê li me nake
Piştî hilbijartina Donald Trump wekî Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, helwêsta Komara Îslamî ya Îranê gelek dihate mereq kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî hilbijartina Donald Trump wekî Serokê nû yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, helwêsta Komara Îslamî ya Îranê gelek dihate mereq kirin.
Serokomarê Îranê Hasan Rûhanî, di civîna Encûmena Wezîran a Komara Islamî de diyar kir ku, “Hilbijartinên Amerîkayê bi ti awayî bandorê li siyaseta Îranê nake.”
Herweha Rûhanî li ser rêkeftina atomî ya di navbera Îran û welatên 5+1 de jî rawestiya û got ku, “Rêkeftina atomî ji aliyê Enûmena Asayişê ya Neteweyên Yekgirtî jî hatiye pesendkirin û hikûmetek bi serê xwe nikare vê rêkeftinê têk bide.”