Li Wanê 3 cerdevan hatin kuştin

Li Elbaka Wanê 3 cerdevan hatin kuştin, 2 cerdevan birîndar bûn. Di êrişê de sivîlekî jî canê xwe ji dest da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Elbaka Wanê 3 cerdevan hatin kuştin, 2 cerdevan birîndar bûn. Di êrişê de sivîlekî jî canê xwe ji dest da.

Li Bakurê Kurdistanê, navçeya Elbaka Wanê, otombêleke cerdevanan hat gulebarankirin. Di êrişê de cerdevanên bi navê Husnî, Ekrem û Şahabedîn Keskîn ku ji heman malbatê ne, hatin kuştin, 2 cerdevan jî birîndar bûn.

Her wiha di êrişê de, Mihemed Demîr ku ne cerdevan bû canê xwe ji dest da. Birîndar piştî bûyerê bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Parêzgarê Wanê ragehand, êriş ji hêla gerîlayên PKK'ê ve hatiye kirin û piştî bûyerê hêzên ewlekariya Tirkiyê li herêmê operasyon dane destpêkirin.