Nêçîrvan Barzanî: Kurd Çaverêyî sozên piştevaniyê yên Trump dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di peyamekê de pîrozbahiya Serokê Amerîkayê kir û ragihand, Xelkê Kurdistanê jî agahdarî wê yekê ne, ku berê birêz Trump di hilmeta hilbijartinê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dupat kiribû û çaverêyî cibicîkirina wê piştevaniyê dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Barzanî di peyama de got: “Bi navê xwe û Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li birêz Donald Trump dikim û hêviya serkeftinê bo wî dixwazim. Ev hilbijartina Serokatiya Amerîkayê di demekê de ye, ku em mijûlî operesyoneke berfereh li Mûsilê û derdora wê ne, bo jinavbirina DAIŞê.”

Di peyama Barzanî de hat jî “Xelkê Kurdistanê jî agahdarî wê yekê ne, ku berê birêz Trump di hilmeta hilbijartinê de piştevaniya xwe bo Herêma Kurdistanê û Pêşmerge dupat kiribû û çaverêyî cibicîkirina wê piştevaniyê dikin.”

Di dawiya peyama Barzanî de hat “Hevpeymaniyeke bihêz di şerê li dijî teroristên DAIŞê û tundrewan de di navbera Wîlayatên Yekgirtî yên Amerîka û Herêma Kurdistanê de heye û Herêma Kurdistanê amade ye bo her kar û erkekî hevbeş ligel wê hevpeymanê encam bide. Di vê derbarê de jî bi meraq pêşwaziyê li serdana Serokê Hilbijartî ya Amerîka bo Herêma Kurdistanê di demên pêş de dikin.”