Barzanî bo Trump: Gelê Kurdistanê çaverêyî piştevaniya we dike

Serokê Herêma Kuridstanê Masûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Donald Trump dike, ku wek serokê nû yê Amerîka hat hilbijartin. Hevdem Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîka dike, ku di şerê li dijî DAIŞê û teroristan de, hevkariya Herêma Kurdistanê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kuridstanê Masûd Barzanî peyameke pîrozbahiyê arasteyî Donald Trump dike, ku wek serokê nû yê Amerîka hat hilbijartin. Hevdem Barzanî spasiya gel û hikûmeta Amerîka dike, ku di şerê li dijî DAIŞê û teroristan de, hevkariya Herêma Kurdistanê dike.

Serokê Herêma Kuridstanê Masûd Barzanî di peyama xwe de got: “Bi navê xwe û gelê Kurdistanê ve ji bo hilbijartina ya wekî Serokê nû yê Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka pîrozbahiyekî germ pêşkêşî we dikin.”

Herwiha di payamê de hat: “Hêvîdar im li wê erk û berpirsiyariya girîng û nû de serkeftî bin. Gelê Kurdistan ev demeke dirêje ketiye ber zulmekî zêde û neçar buyîn bi navê parastina nasnameya neteweya xwe û bi navê azadiyê da xebatê bikîn. Niha jî li şerekî qurs û mezin dayîn li beranber terorîstên Da'îş ku rêxistineke terorîstî cîhaniye û li wê rêyê da jî me qurbaniyeke zêde daye.”

Di beşeke din ya peyamnê de hat: “Spasî gel û Hikûmeta Amerîka dikîn ji bo wê yarmetî û piştevaniya bi me daye, li vê şerê dijî terorîstan, ku bêguman ew dijî bingehên mirovayetî û azadiyê ne li cîhanê da.”

Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got: “Hêvîxwaz in ew yarmetî û hevpeymaniya me li paşarojê de zêdetir berdewam û bi hêztir bê. Gelê Kurdistanê ji bo pêkanîna mafên xwe yên rewa li benda piştevaniyekî tevahî ji cenabê we dike.”

Serokê Herêma Kuridstanê Masûd Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Herwiha Careke din pîrozbahiyên xwe pêşkêş dikîn û hêviya serkeftinê dixwazîn.”