Hejmarek bigûman li Kerkûkê hatine girtin
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Soran Kameran ragihand, operesyona hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bo li dûvçûn û girtina çekdarên DAIŞê û kesên bigûman berdewam e û hejmarek ji wan jî hatin girtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Kerkûkê Soran Kameran ragihand, operesyona hêzên ewlehiyê yên Kerkûkê bo li dûvçûn û girtina çekdarên DAIŞê û kesên bigûman berdewam e û hejmarek ji wan jî hatin girtin.
Rêveberê Polîsa Firyadê ya Kerkûkê Eqîd Danyal ji K24ê re got: “Piştî êrîşa DAIŞê ya li nava Kerkûkê, me hewlên xwe zêdetir kirin bo dûvçûn û lêgerîna çekdarên DAIŞê. Operesyon berdewam bo girtin û lêkolîna wan kesên bigûman in ku alîkariya çekdarên DAIŞê dikin.”
Herwiha Eqîd Danyal diyar kir ku, hejmarek kes hatine girtin û lêkonîn pê re tên kirin.”