LI Dêrikê teqînek: Birîndar hene
Li bajarê Dêrikê Çiyayê Mazî ya ser bi Mêrdînê ve, teqînek li nêzîkî avahiya qaimeqamiya Dêrikê rû da.
K24 - Navenda Nûçeyan
Li bajarê Mêrdînê nêzikê avahiya Qeymeqamiya Dêrikê teqînek mezin rû da û Qeymeqam jî nav de 3 kes birîndar bûn.
Parêzgeriya Mêrdînê ragiahnd ku, îro danê nîvro li Qemeqamiya Dêrikê êrîşek bombeyî pêk hatiye. Di encamê de Qeymeqam Muhammet Safîtûrk û 2 welatî birîndar bûne.
Piştî teqînê hejmarek zêde tîmên ewlekarî û saxlemiyê li cihê bûyerê hatine veguhestin.
Birîndar li nexweşxaneyên Dêrik û Qoserê tên dermakirin û herwiha û hêzên leşkerî dest bi operasyonek berfireh kirine.
Qeymeqamê Dêrikê Muhammet Safîtûrk di meha Îlonê de wekî qeyyûm ji bo Şaredariya Dêrikê hatibû danîn.