Kongreya ENKSê hat paşxistin
Beriya çend rojan ji lidarxistina çaremîn kongreya asayî yê ENKSê û bi biryarekê ji Emîndariya Giştî lidarxistina kongir ji bo demeke nediyar hate paşxistin. Hin serkirdên ENKS'ê dibêjin ku, paşxistina dema kongir hat ji ber Komîta Amadekar karê xwe bidawî nekiriye û gelek hilbijartinên xwecihî û kesayetiyên serbixwe yên ENKSê bidawî nebûne, herwiha tekez dikin ku, lidarxistina kongir pirseke girêdayî demê ye.
K24 – Qamişlo

Paşxistina kongirê ENKSê di demekê de hatiye, piştî belavbûna agahiyên ku dibêjin biryara paşxistinê ji Herêma Kurdistanê hatiye. Lê endamên Komîta Amadekar tekez dikin ku, ev biryareke navxweyî ye û bi rewş û karê ENKSê ve girêdayî ye.
Endamên komîta amadekar didin zanîn jî, ku di dema dawî de ENKS rastî gelek êrîşan tê û belavkirina agahiyên ne durist yek ji awayên şerê li dijî ENKSê ne.
Hin serkirdên ENKS'ê dibêjin ku, wan ji bo lidarxistina Kongir ti demek nîşan nekiribûn, loma nabe bê gotin ku kongir hatiye paşxistin. Hejmarek ji serkirdên ENKSê piştgiriya wê yekê dikin ku, rewşa rêxistinî ya ENKSê wek xwe bimîne, nemaze ji aliyê komîtên sereke yên ENKSê. Ev yek jî dihêle ku, biryara paşxistinê li cem gelek endamên ENKSê cihê nerazîbûnê be.