“Hevdîtinên Osloyê ne ji bo çareseriya pirsa Kurd bûn”

Şewirmendê berê yê MÎTê û yek ji wan pêşengên pêvajoya aştiyê Emre Taner di komîsyona lêkolînê ya hewla derbeya leşkerî de li ser hevdîtinên MÎT û PKKê yên li Osloyê cara yekemîn axavî û daxuyaniyên girîng dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şewirmendê berê yê MÎTê û yek ji wan pêşengên pêvajoya aştiyê Emre Taner di komîsyona lêkolînê ya hewla derbeya leşkerî de li ser hevdîtinên MÎT û PKKê yên li Osloyê cara yekemîn axavî û daxuyaniyên girîng dan.

Taner got, hevdîtinên Osloyê ne xiyanet, ne jî xelet bûn. Hin welatên biyanî wê demê dixwestin pirsa Kurd di konferaseke navnetewî de çareser bikin. Herwiha pirsa Kurdî û PKKê di bin destê îstîxbarat Îngîlîz û  Norwecê de bûbû pêlîstok.

MÎT ji bo rêgirtina vê konferansê pêşniyar li hikûmetê kir ku, digel PKKê bikeve nav danûstandinan. Hikûmetê jî ji bo pêvajoyeke evqas metirsîdar, berpirsiyarî hilgirt ser xwe û rê da MÎTê ku bi PKKê re dest bi gotûbêjan bike. Bi vî awayî li Norwecê bajarê Osloyê hevdîtin destpêkirin.

Şewirmendê berê yê MÎTê dibêje, heger ji aliyê hikûmetê ve  nexşerêyeke baş pêşkeşî rêveberên PKKê bihata kirin, dê hevdîtin berdewam bikira û ewê biser biketana. Lê wan nexşerêyeke birêkûpêk nîşanî rêveberên PKKê nedane. Wî digel berpirsên PKKê rûbirû hevdîtinan pêk aniye. 500 kadirên pêşeng ên PKKê xema dahatûya xwe dixwarin û ji Tirkiyeyê ne bawer bûn.

Emre Taner herwiha da zanîn ku, heger pêvajoya aştiyê bi destê parlementoyê bihata birêvebirin, dê pêvajo di deriyê sînor a Xabûrê û Osloyê de şikestin nexwara.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan jî MÎT jî dixwestin pêvajo bi destê parlementoyê bê birêvebirin. Lê hikûmet li dijî vê yekê derket. Li gor Taner hin aliyên nava PKKê de û hêzên navnetewî nedixwestin pêvajo berdewam be.

Herwiha Tevgera Fetullah Gulen jî nedixwest pêvajoya aştiyê bi destê hikûmetê biçe serî. Lewma hevdîtinên Osloyê hatin eşkere kirin.

Emre Taner nêzikê 50 salî ye di nav MÎTê de kar kir. Di salên navbera 2005 û 2010an de bû berpirsê wê dezgehê û piştre Hakan Fîdan cihê wî girt.

Taner, Fîdan û Afet Gûneş di sala 2009an de digel berpirsên PKKê yên wekî Sabrî Ok û Mustafa Karasû li Osloyê civiyabûn. Ew civîn heta niha wisa dihat zanîn ku, ji bo çareserkirina pirsa Kurd pêk hatiye. Lêbelê ji daxuyaniyên Emre Taner tê fêmkirin ku, hevdîtinên Osloyê ne ji bo çareseriya pirsa Kurd bû, lê ji bo rêlibergirtina çareseriyê bûn.