Lêkolîner: Trump dê destkeftiyên Kurdan xurtir bike
Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li hemû cîhanê ji nêz ve hate şopandin. Gelo encama hilbijartinê dê bandoreke çawa li kurdan bike. Di derbarê vê yekê de lêkolînerên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku, dê Amerîka di serdema nû de jî bi Başûrê Kurdistanê re di têkiliyê de be.
K24 – Diyarbekir
Hilbijartinên Serokatiya Amerîkayê li hemû cîhanê ji nêz ve hate şopandin. Gelo encama hilbijartinê dê bandoreke çawa li kurdan bike. Di derbarê vê yekê de lêkolînerên Bakurê Kurdistanê amaje dikin ku, dê Amerîka di serdema nû de jî bi Başûrê Kurdistanê re di têkiliyê de be.
Amerîkayê serokê xwe yê nû hilbijart. Li hemû cîhanê mijara mereqê ye ku dê Donald Trump polîtîkayeke çawa bimeşîne. Di derbarê vê yekê Kurd jî wek aktoreke girîng li Rojhilata Navîn li bendê ne ku polîtîkayên Trump bibînin.
Akademîsyen û Pisporê Têkiliyên Navneteweyî Vedat Koçal di vê derbarê de amaje dike ku, dê Donald Trump têkiliyên xwe yên bi Başûrê Kurdistanê re demildest xurt bike û danûstanên xwe li gorî dema Obama zêdetir bike.
Koçal ji K24ê re axivî û got: "Mirov dikare bêje ku doktrîna Obama ya Rojhilata Navîn têk çû. Di dema Obama de jî Kurd rastî êrîşên giran hatin. Ji ber vê yekê dê Trump stratejiyeke cûda bimeşîne û dê behtir bi Kurdan re bi teybetî jî bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re bikeve têkiliyê. Ev yek dibe ku pêvajoya serxwebûna Kurdistanê jî bileztir bimeşîne."
Piştî 8 salan ku Amerîka ji aliyê Obama ve hate birêvebirin, li Rojhilata Navîn bi teybetî jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên mezin peyda bûn û ev pirsgirêk bûn pirsgirêkên navneteweyî. Di nava van pirsgirêkan de Kurdan li cîhanê deng vedan û rola Başûrê Kurdistanê di vê yekê de girîng bû.
Lêkolîner û Akademîsyen Huseyîn Şeyhanlioglû amaje dike ku Trump dê li gorî rabirdûyê tevbigere û dê hewil bide ku li dijî Îran, Sûriye, Kurdan û Tirkan nêzîkî hev bike. Şeyhanlioglû got: "Trump dibêje Obamayî Amerîka zaîf û pasîf kir û ez ê hîn radîkal tevbigerim û Amerîkayê bihêztir bikim. Niha Tirkiye li Rojhilata Navîn li hember Îranê zaîf e. Ji ber vê yekê dê Trump Kurdan û Tirkan nêzîkî hev bike."
Donald Trump di pêvajoya hilbijartina Serokatiya Amerîkayê de gotibû ku ew heyranê Kurdan e. Gelo dê ev gotin di pratîkê de jî xwe nîşan bide an na ev yek dê salên pêşiya me de derkeve holê.